29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2016
ANKARA
Îro Şeva Leyletul Qedrê ya ku "ji hezar mehan bixêrtir" tê qebûlkirin e.
Di dînê îslamê da Qur'ana Pîroz di şeva Qedrê da dest pê dike û nizûl dibe. Wisa tê qebûlkirin ku "di vê şevê da deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin".
Li gor baweriya dînê îslamê Leyletul Qedr di nav deh rojên dawiyê yên meha rema remezanê da veşartî ye. Îsal jî şeva 27emîn a remezanê rastî 1ê tîrmehê roja înê tê.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, wê di vê şevê da 23 hezar û 391 mizgeft heta serê sibê vekirî bin. Kesên ku bixwazin îbadet bikin wê karibin heta serê sibê li mizgeftê bimînin.
Serokatiya Karûbarên Diyanetê jî wê li Mizgefta Sultan Ehmed a Stenbolê bernameyekê li dar bixe.