29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê 15 hedefên DAEŞa rêxistina terorê yên ku hatin tespîtkirin ji hêla balafirên şer ên hêzên koalîsyonê û bi obusên TSKê va hatin îmhakirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û diyar kir duh 15 hedefên (baregeh, moşek, çekên hewanê) DAEŞê yên li Sûriyeyê, lê amadehî dihat kirin ku êrîşî Tirkiyeyê bikin, hatin tespîtkirin.
Hedefên DAEŞê bi topên obusan û bombebarandina balafirên koalîsyonê va hatin îmhakirin.
Duh operasyona hewayî birin ser cih û warên rêxistina terorê ya Qendîla ku li bakurê Iraqê.
Di êrîşa ku balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî li dar xistin da 3 hedefên baregeh û stargehên rêxistinê di nav da hatin bombekirin
- 38 PKKyî hatin kuştin
Ji hêla din va di operasyona ku 27ê hezîranê hat lidarxistin da hat tespîtkirin ku 38 endamên rêxistina cudaxwaz hatin kuştin û 7 ji wan jî birîndar bûn.