28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu der barê rojevê da daxuyanî da bernameya zindî ya Televîzyona CNN Tirkê û pirs bersivandin.
Kiliçdaroglu li ser pirsa der barê eskerên ji nav Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hatin îxrackirin da got ku îxrackirina eskerên tevlî derbeyê bûn tiştekî pir normal e û wiha dewam kir: "Guhertina sîstema destûra bingehîn, bi rêya derbeyê berterefkirina hikûmeta ku hatiye hilbijartin li gor zagonên me ev sûc in. Ji ber vê yekê divê ev derbeker di nav hêzên çekdar de nemînin, Îxrackirina wan normal e."
Kemal Kiliçdaroglu bi bîr xist ku divê gava ku ev kar tên kirin baldar bin, lewra dibe ku di nav evên sûcdar da însanên bêsûc jî bên cezakirin.
- Divê partiyên siyasî xwe binirxînin
Kiliçdaroglu wiha dewam kir:
"Divê em hemû rûnên û nirxandinekê bikin. 'Gelo welat çawa ket vî halî?' Heke em bikaribin xwe rexne bikin, wê gavê em ê hev du baştir fêm bikin."
- Divê hesab bê pirsîn
Kiliçdaroglu li ser pirsa der heqê şêlandina pirsên ezmûnê da got ku em bi vê rewşê zanibûn, me berê jî bi dehan caran ev anî ziman.
Kemal Kiliçdarolgu bi bîr xist ku piraniya wan dosyeyan hatine girtin û wiha wiha dewam kir:
"Niha rabûne dibêjin pirsên ezmûnê hatine dizîn, ma ji kengî va? Li Dibistanên Herbê ji 1988an vir va. Dê û bav ji bo zarokên xwe bidine xwendinê ber xwe didin, lê pirsên ezmûnê têne dizîn, pirs li komekê têne belav kirin û ew kom di ezmûnê de bi ser dikeve. Keda kesên ku ji bo ezmûnê hewl didin badilhewa diçe. Divê teqez hesabê vê were pirsîn."