İbrahim Atmaca
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
MARDÎN
Bi piştgiriya Şaredariya Nisêbînê ku wezîfedarî lê hat kirin va di navbera saziyan da turnuvaya voleybolê hat lidarxistin.
Midûrê Navçeyê yê Xizmetên Ciwanî û Werzişê Serkan Tekîn daxuyanî da û ragihand ku bi piştgiriya Cîgirê Şaredar û Qaymeqam Ergun Baysal va wan turnuva li dar xist.
Tekîn diyar kir, bi mebesta ku di navbera saziyan da yekîtî, bihevrabûn û nêzîkbûn çêbibe turnuva hat lidarxistin û saziyan eleqeyeke mezin nîşanî turnuvayê da. Tekîn got ku tîmên di turnuvayê da bi ser ketin wê kûpa û xelatên curbecur hildin.
Turnuva li Salona Sporê ya Ataturk dest pê kir, tîma Şaredariya Nisêbînê di pêşbirka ewil da tîma Dibistana Navîn a Durucayê 3-0 têk bir.