BİTLİS
Li Bitlîsê xwendekarên ku beşdarî kursên werzîşê yên havînê bûne, ji ber rojiyê û hewaya germ xebatên xwe dihêlin piştî fitarê.
Kursên ku ji hêla Midûriyeta Werzîşê û Xizmetguzariya Ciwanan ya bajêr piştî ku dibistan ketin betlaneyê hatin vekirin, di bernameya xwe de ji ber rojiyê guherîn pêk anîn.
Li bajêr di beşên cûr bi cûr de ji bo zarên 8-15 salî kurs hatin vekirin. Di nava hefteyê de her roj êvarê li Stada 8 Agustosê dê antremanên xwe bikin.
Mîdûrê Werzîşê û Xizmetguzariya Ciwanan ya bajêr Mûzafer Guven daxuyanî da muxabirê AAyê û got ku me ji bo rojiyê di bernameya kursan de guherîn pêk anî û me ev yek jî li gor nirxên manewî û rewşa aborî û civakî ya herêmê çêkir.
Guven got ku li heremê zarok di biçûkaniya xwe de dest bi rojîgirtinê dikin, ji ber vê jî bi taybetî zarokên ku perwerdeya fitbolê distînin gelekî diwestin, ji bo ku pirsgirêk dernekevin me saetên xebatê girte êvarê piştî fitarê. Her wiha got: "Zarok rojiya xwe digirin û êvarê jî diçin nimêja terewîhan û piştre jî tên perwerdeya xwe distînin. Em ê heya cejnê bî vî şiklî dewam bikin."
Ji weliyên xwendekaran Celal Karaoglu jî ji bo vê yekê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasî li destûrmendan kir.