Pêşbirk li qada Beşîktaşê bû û Beşîktaş piştî 3 hefteyan bi ser ket û 3 pûan standin. Herwiha Beşîktaş di lîgê de derket rêza sêyemîn.
Gola ewil di deqîqeya 22emîn de Sîvok avêt û skor bû 1-0.
Di deqîqeya 29emîn de Denîz gola Elazigsporê avêt û rewş bû 1-1.
Di deqîqeya 46emîn de Holosko, di deqîqeya 70emîn de jî Olcay gol avêt û Beşîktaş 3-1 bi pêş ket.
Di deqîqeya 80emîn de jî Holosko dîsa derket meydanê û goleke bêhempa avêt. Her wiha pêşbirk 4-1 bi serkeftina Beşîktaşê qediya.