Di Lîga Super a Spor Totoyê de Beşîktaşê li deplasmanê Kayserîspor 3-0 têkbir.
Di deqîqeya 21emîn de Olcay Şahan bi serê xwe li gogê xist û Beşîktaş 1 û 0 bi pêş ket.
Mottayê lîstikvanê Beşîktaşê di deqîqeya 82emîn de gola duduyan avêt û Beşîktaş bû 2, Kayserîspor 0.
Gola 3emîn jî di deqîqeya 90emîn de hat. Olcay Şahan pas avêt û Enaramo jî li gogê xist û sqor bû 3-0.