Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Tîma Beşîktaşê li Stenbolê amadehiyên xwe yên sezona nû temam kir, ji bo kampa etaba duyemîn wê sibê here Awusturyayê.
Tîma reş û spî li Rîvayê di Tesîsên Kamp û Perwerdeyê ya Hasan Dogan da dest bi xebatên sezona nû kir.
Piştî bêhnvedana du rojan futbolîstên Beşîktaşê wê herin Awusturyayê û amadehiyên xwe bikin.
Bêşîktaşê li Saalfeldena bajarê Awusturyayê heta 4ê tebaxê kampê bike û wê çar pêşbirkên amadehiyê bike.
Di kampa Awusturyayê da Beşîktaş wê bi tîmên CD Eîbar, Apollon Larîsas, Udînese û Brescîa ra bikeve pêşbaziyê.