Sevim Hatun
15 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
İSTANBUL
Beşîktaşê di hefteya 33yem a lîga Super ya Spor Totoyê da Osmanlisporê 3-1 têk bir, pûanê xwe derxist 79an û bû şampîyon.
Beşîktaşê, Osmanlispor 3-1 têk bir û di sezona 2015-2016an da bû şampîyon. Beşîktaşê piştî 6 salan, 14emîn şampîyoniya xwe îlan kir.
-Gomez, di dîroka Beşîktaşê da navê xwe nivîsand
Marîo Gomezê ji Almanyayê, bi gola di pêşbirka Beşîktaş-Osmanlisporê da avêt, navê xwe di dîroka Beşîktaşê da nivîsand. Di pêşbirkên fermî yên tîma Beşîktaşê da, lîstikvanê biyanî yê di sezonekê da herî zêde gol avêtin Gomez e.
Gomez bi gola ku di pêşbirka Osmanlisporê da avêt rekora xwe derxist 28an û rekora 27 golan a Demba Bayê ji Senegalê egale kir.