13 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Di Lîga Super a Spor Totoyê de Beşîktaş û Galatasaraya wê sibê bên hemberî, herdu tîm heta niha 336 carî hatine hemberî hev û bi pêşbirka sibê wê bibe cara 337an.
Reqabeta di navbera herdu tîman de bi pêşbirka ku di 22ê tebaxa sala 1924an de li Stada Taksîmê hat kirin û 2 û 0 bi serkeftina Beşîktaşê dest pê kir ev 91 sal e ku dewam dike. Di vî 91 salî de herdu tîm bi tevahî 336 carî hatin hemberî hev û ji wan pêşbirkan 120ên wî Galatasaray, 105ên wî Beşîktaşê qezenc kir 111 pêşbirk jî bi beramberî qediyan.
Di hemû pêşbirkên hatin kirin de Galatasarayê 476 gol û Beşîktaşê jî 441 gol avêt.
Herdu tîm di çarçoveya bernameya lîgê de bi tevahî 114 caran hatin hemberî hev û di 43 pêşbirkan de Galatasaray û di 30 pêşbirkî de jî Beşîktaş bi ser ket, 41 pêşbirkên di navbera herdu tîman de jî bi beramberî qediyan. Di pêşbirkên lîgê de tîma sor û zer 143 gol û tîma reş û spî jî 118 gol avêt.
- Beşîktaş di 10 pêşbirkên dawîn de nikare bi ser bikeve
Beşîktaşa ku di 5 pêşbirkan de bi ser neket û pêşbirkên Lîga Superê jî di nav de 10 pêşbirkên dawîn ên bi Galatasarayê re dike qezenc nekir û dixwaze di vê pêşbirkê de bi ser bikeve.