Kasimpaşaya ku mêvanê Galatasarayê bû di deqîqeya 7emîn de penaltî qezenc kir. Scarîonê penaltiyê bikaranî û Kasimpaşa li hemberî Galatasarayê 1 û 0 bi pêş ket.
Nîva ewil a pêşbirkê bi serkeftina Kasimpaşayê ve bi dawî bû.
Di deqîqeya 51emîn a nîva duyemîn de Vîûdez gola duyemîn avêt û skor bû 2 û 0.
Scarîone di deqîqeya 64emîn de gola xwe ya duyemîn avêt û tîma xwe 3 û 0 bi pêş xist.
Gola pêşbirkê ya herî dawîn jî Yalçin di deqîqeya 77emîn de avêt.
Galatsaraya ku Kasimpaşayê li mala xwe ezimand 4 û 0 têk çû.