28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
VAN
8 sal berê li taxa Abaliya navçeya Gevaşê navenda xweşiqitandinê hat vekirin. Ev navend bû sedem ku li herêmê tûrîzma zivistanê xurt bibe û li herêmê gelek sporkar perwerde bibin.
Zarok li gund dema ku vala dimînin, diçin tesîsê û xwe dişiqitînin. Ji ber ku derfeta zarokan tuneye ku ji xwe ra alavên şiqitandinê bikirin, ji malê kornêşan dibin û xwe li ser dişiqitînin.
Omer Ayçîçek jî yek ji wan zarokan e ku xwe li ser kornêşê şiqitand û meşhûr bû. Omer di serî da li navenda şiqitandinê antrenmanên sporkaran temaşe dikir, wan çi dikir, wî jî wek wan antrenman dikir. Ayçîçek bala Antrenorê Şiqitandinê yê Millî Halîl Korkmaz kişand.
Korkmaz ferq kir ku Ayçîçek di vî warî da jêhatî ye û ew hilda tîmê û şiqitandina profesyonel hînî wî kir.
Korkmaz ji nûçegihanê AAyê ra got ku Omer her roj dihat cem wan û ji wî alavên şiqitandinê dixwast, lê ji ber ku ji tîmê nebû, wî nikaribû vê daxwaza wî bi cih bianiya.
Korkmaz got: "Ayçîçek bi kornêşên binê piyê xwe va em dişopandin. Min ferq kir ku bi inyad xwe dişiqitîne. Me ew hilda cem xwe û cote taximên şiqitandinê danê. Omer di sala 2013an da ji bo tîma neteweyî hat bijartin. Îro jî welatê me temsîl dike û serkeftî ye."
- Bû şampiyonê Tirkiyeyê
Omer Ayçîçek di sala 2013an da beşdarî misabaqayê bû û di xweşiqitandinê da bû şampiyonê Tirkiyeyê.
Omer got ku wî 8 sal berê li Wanê dest şiqitandinê kir û bi saya serê vê şiqitandinê jiyana wî guherî û wiha dewam kir:
"Wexta ku ez piçûk bûm, min bêyî dê û bavê xwe kornîşê malê dişkênand, dianî tesîsê û xwe li ser dişiqitand. Xoceyê min ez dîtim. Paşê jî ez beşdarî antrenmanan bûm û cara ewil taximên min ên şiqitandinê çêbûn. Paşê ez li gelek deran serkeftî bûm. Ez çend caran li Tirkiyeyê bûm şampiyon, carekê jî li Balkanan bûm pêncemîn, par jî beşdarî şampiyonaya dinyayê bûm. Ez li vê derê bûm 29em. Niha jî ji bo olîmpiyatên 2018an amade dibim. Ez vê gavê wek namzed dixûyêm."