İbrahim Atmaca
19 Gulan 2019•Rojanekirin: 20 Gulan 2019
Tîma Neteweyî ya Tirk di Kûpaya Meşa Ewropayê da cara ewil madalyona zêr qezenc kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê hat dayîn, ekîba Tirkiyeyê li bajarê Alytusa Lîtvanyayê di organîzasyona 10 kîlomêtreyan da jinên ku hê nebûne 20 salî 2 madalyonên zêr û madalyoneke zîv hat qezenckirin, mêran jî rêza sêyemîn bi dest xist.
Meryem Bekmeza ku du sal berê di heman kûpayê da bû duyemîn, pêşbaziya jinan a 10 kîlomêtreyî bi dereceya xwe ya 45,37ê va di rêza yekemîn da temam kir û madalyona zêr qezenc kir. Evîn Demirê jî bi dereceya 46,49ê va bû duyemîn û madalyona zîv qezenc kir. Ji sporvanên neteweyî Kader Dostê jî bi 48,09ê va pêşbazî di rêza pêncemîn da temam kir.

Di kategoriya jinan da di nav pêncên ewil da sê sporvanên Tirkiyeyê hene û Tirkiye di rêza tîmê da jî bû şampiyon. Tirkiye bi vê encamê va Di Kûpaya Meşa Ewropayê da cara ewil madalyonên zêr qezenc kirin.
Di kategoriya mêran a 10 kîlomêtre û mêrên hê nebûne 20 salî da jî Selman Îlhan bû çaremîn, Mustafa Tekdal bû 19emîn. Di rêza tîmê da jî Tirkiye bû sêyemîn.