Haydar Şahin
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 19 Gulan 2019
Galatasaray û Medîpol Başakşehir ew ê sibê di pêşbirka 22yan a Lîga Super da derkevin hemberî hev, di encama pêşbirkê da şampiyonê sezona 2018-2019an ew ê eşkere bibe.
Medîpol Başakşehir di sezona 2007-2008an da cara ewil bi navê xwe yê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê va derkete Lîga Super û dest bi reqabetê kir ji wê rojê hetanî nika herdu taximan 21 caran bi hev ra lîst, 10 caran Galatasarayê, 6 caran Medîpol Başakşehirê qezenc kir û 5 pêşbirkê jî beramberê hev man.
Galatasarayê 35 gol, Medîpol Başakşehirê jî 32 gol avêtin.
Di nîva ewil a sezonê da herdu taxim li Stada Fatîh Terîm a Başakşehirê derketibûn hemberî hev û pêşbirk 1-1 berambere xilas bibû.