ADANA
Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê bi Rahênerê Tîma Netewî Fatîh Terîm re ji bo 7 salan peyman îmze kir.
Merasima îmzeyê li Otêla Hîltonê ya Adanayê hat lidarxistin. Serokê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê Yildirim Demîroren û Fatîh Terîm û rêvebirên federasyonê beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê de nehat aşkerakirin ku dê çiqas pere bidin Fatîh Terîm.