ÎSTANBUL
Endamê Lijneya Rêveberiyê Şûkrû Ergûn piştî civîna lijneya rêveberiyê ya Tûrk Telekom Areneyê biryara Lijneya Rêvebiriyê ya Galatasarayê xwend.
Ergûn diyar kir ku Fatîh Terîm teklîfa dirêjkirina peymanê qebûl nekiriye û wiha got:
"Lijneya me ya rêveberiyê biryar da ku peymanê 2 salan dirêj bike, lê rahênerê me birêz Fatîh Terîm ev teklîf qebûl nekir û ji bo ku em çareyekî bibînin barekî giran li reveberiya me bar kir."
Şûkrû Ergûn diyar kir ku wan bi hev re biryar daye û axaftina xwe wiha domand:
"Ji ber vê berpirsyariyê ji bo ku tîma me zêde aciz nebe, me bi hev re biryar da ku peymana birêz Fatîh Terîm fesh bibe û haya wî ji vê biryarê hebe. Em hêvî dikin ku ev biryar ji bo kulûba me, şîrketa me û birêz Terîm li ser xêrê be. Ji bo xizmetên wî em sipasiya wî dikin û di wezîfeya wî ya nû ya rahêneriya tîma neteweyî de û di xebatên wî de em serkeftinê ji bo wî dixwazin. Serkeftinên wî dê ji bo me bibin şanazî."
Protestoyên alîgiran
Alîgirên Galatasarayê li Tesîsên Floryayê ya Metîn Oktay tezahûrat kirin û gotin "Împarator Fatîh Terîm" û xwestin ku rêvebirên kulûbê îstifa bikin.