Futbolîstê tîma Sivassporê Aydin, di deqîqeya 58emîn de gola ewilîn avêt û tîma wî 1-0 pêş ket. Di deqîqeya 81emîn de Burhanê tîma Sivassporê li topa ku ji Volkan vegeriya xist û gola 2yem avêt û rewş kir 2-0. Pêşbirk bi 2-0 serkeftina Sîvassporê qediya.
Futbolîstê Fenerbahçeyê Egemen Korkmaz di deqîqeya 21mînde karta sor girt û ji qadê derket.
Bi vê maçê di navbera Fenerbahçe û Galatasarayê de 4 puxan ma. Galatasarayê tîma Eskîşehîrê 3-0 têk biribû.
Di ancamê de Fenerbahçe di 44 puxanî de ma û Galatasaray jî gihişt 40 puxanî.