İSTANBUL (AA) - Lijneya Dîsîplînê ya UEFAyê biryar da ku Fenerbahçe 2+1 salan, Beşîktaş jî salekê ji kupayên Ewrupayê werin dûr xistin. Hefteya borî der heqê îdîayên şîkeyê de Fenerbahçeyê di UEFAyê de xwe parastibû. Li gorî biryara UEFAyê di du salên pêş de Fenerbahçe dê nikaribe beşdarî pêşbirkên UEFAyê bibe. Heke di nav 5 salan de Fenerbahçe careke din ceza bixwe, dê cezayê sala zêde(+1) jî were dayîn.
Fenerbahçe, dê îtiraza xwe li lijneya tahkîmê ya UEFAyê bıke.Heke encameke erênî ji vir dernekeve, dê serî li Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî(CAS) bixe. UEFAyê der heqê serokê Fenerbahçe Azîz Yildirim û rêvebirên din Îlhan Ekşîoxlu, Şekîp Mosturoxlu,Cemil Turan û Alî Yildirim de raporake zêde ji mufettîş xwest.
Di daxuyaniya Futbol AŞya Fenerbahçeyê de hat diyar kirin ku 3 sal ceza li Fenerbahçeyê hatiye birîn û ji bo batalkirina vê biryarê dê îtîrazê bikin.