25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê ji ber Gola Bendavê ya Biracikê qursa sorfê hat vekirin.
Ji ber ku bi hizûr û aram e Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslowê 2 sal berê Xelfetiyê hilda nav "Bajarên Aram". Di vê çarçoveyê da feeliyetên sporên avê li Xelfetiyê pêş dikeve û qursa sorfê hat vekirin.
Bi taybetî ji Şanliurfa, Gazîentab, Diyarbekir û Mêrdînê gelek kes beşdarî qursê dibin.
Nûnerê Şanliurfayê yê Federasyona Kurekê ya Tirkiyeyê Nîhat Ozdal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bendavên li ser Ferat û Dicleyê potansiyeleke mezin di xwe da dihewînin."
Ozdal diyar kir ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî qursa sorfê didin û wiha got: "Em perwerdeya sorfê didin. Wek mayîn li vir sorfa bayê jî tê kirin. Li navçeyê aktîvîteyên sportîf hene, dikarin li jet skiyê jî siwar bibin."
Ugur Avlukluyê ku tê qursa sorfê destnîşan kir ku di demeke kurt da dest bi sorfê kir.