Murat Kaya
03 Tebax 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
Fenerbahçeyê diyar kir ku Diego Rossiyê lîstikvanê wî yê Uruguayî, transferî ekîba MLS Columbus Crewê bû.
Di daxuyaniya bi serenavê "Spas bo Diego Rossi" ya kulubê parve kir da hat gotin ku, "Di çarçoveya vesazkirinên me yên di nav tîmê da, Diego Rossiyê lîstikvanê me yê Uruguayî, transferî ekîba MLS Columbus Crewê bû. Em spasiya Diego Rossi dikin ku di sezona 2021-2022 û 2022-2023yan da formayê me li xwe kir, di serdema nû da serkeftina wî dixwazin."