İSTANBUL
Galatasaraya ku amadekariyên xwe yên sezona nû didomîne, dê sibê ji bo qûpaya Acqûa Leteyê bi tîma Napolî a ku di lîga 1emîn a Îtalyayê de dileyîze re bê hemberê hev..
Galatasaray piştî kampên ku li Îngilistan û Slovenyayê kir derbasî Îtalyayê bû. Tîma sor û zer dê li qada San Paoloyê, bi saeta Tirkiyeyê di saet 21.45an de bi Napolîyê re dest bi pêşbirkê bike.
Îsal cara 9emîn e ku ev qûpa tê organîzekirin. Pêşbirk di dema asayî de ku bi beramberiyê biqede dê encamê êdî bi penaltiyan eşkere bibe.
Galatasaray di pêşbirkên amadehiyê de ku heta niha dilîst, Shrewsbûry Townê 3 û 0, Notts Coûntyê jî 2-1têk bir. Di pêşbirka ku li Îzmîrê bi Malagayê re kir jî 3 û 3 beramber ma.
Ji bo vê pêşbirka Galatasaray û Napolîyê hat diyar kirin ku 47 hezar bilêt hatine firotin.