DIYARBAKIR
Diyarbakirspor li ser hev 4 lîgan ji komê ket û kete Lîga Amator ya Herêmê. Ji ber deynan hecz hat ser kulûba Diyarbakirsporê.
Ji ber aboriyê li kongreya deresayî tu kesî rêveberiya tîmê qebûl nekir û hecz hate ser alavên kulûbê. Tiştên li kulûbê piştî heczê barî kamyonekê kirin û birin.
Serokê Kulûba Diyarbakirsporê Şehmus Şenyîgît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan hewl daye ku kulûba 45 salan neyê girtin û bûne rêvebir, lê piştî ku hatine ser kar her çiqas li ber xwe dane jî ev tengasî çareser nebûne.
Şenyîgît diyar kir ku piştî van bûyeran biryara kongreyê dane lê digel vê talîbek derneketiye û wan jî zabîtname teslîmê Midûriyeta Komeleyên Bajêr kirine.
Şenyîgît ragihand ku ji ber deynan bê bedel lîstikvan serbest hiştine û wiha got: "Di vê pêvajoyê de bi îhtimaleke mezin kulûb dê bê girtin. Me ji federasyonê re got ku em dê beşdarî Lîga Amator ya Herêmê nebin. Deynê kulûbê nêzîkî 25 milyon e. Deyndêran heciz dane li ser kulûbê û dema ku me ev yeka bihîst em hatin û me kupa birin. Qet nebe em dê kupayan wek diyarî û bîranîn veşêrîn."