KAYSERÎ
Galatasaray û Fenerbahçe îro di derbiya ewil a heyama nû de li Kayseriyê dê bên hemberî hev. Pêşbirk di saet 20.30an de li Qada Kadîr Hasê dê bê lîstin. Hakemê vê pêşbirkê jî Bulent Yildirim e. Bi vê pêşbirkê her du tîm dê cara 375emîn bi hev du re bileyîzin.
Di navbare Fenerbahçe û Galatasarayê de pêşbirka ewil di 17ê çileya paşî ya 1909an de, li sahaya Şukru Saracogluyê hat lîstin. Galatasarayê ev pêşbirk 2 û 0 qezenc kir. Ji wê pêşbirkê vir ve 104 sal derbas bûn. Di pêşbirkên ku her du tîm heta niha bûne dijberên hev de serkeftina Fenerbahçeyê zêdetir e.
Fenerbahçe ji 374 pêşbirkan 142 caran qezenc kir, Galatasaray jî 119 caran bi ser ket. 113 pêşbirk jî bi beramberiyê qediyan.