KAYSERÎ
Pêşbirka Qûpaya Super a TFFyê di dema xwe ya normal de 0-0 qediya. Lê di dema dirêjiyê de Drogba golek avêt û Galatasarayê Fenerbahçe 1-0 têk bir.
Di nîva ewil de zêde pozîsyon tunebûn. Di nîva duyem de Galatasarayê pir baş leyîst. Di deqîqeya 63an de fitbolîstê Fenerbahçeyê Alves qerta sor dît û Fenerbahçe 10 kes ma. Piştî vê Galatasarayê zêdetir bandora xwe da ser listîkê. Lê tevî vê, di dema normal de tu gol nehatin avêtin û maç 0-0 qediya. Her wiha derbasî dema dirêjkirinê bûn. Di deqîqeya 99emîn ya dirêjkirinê de Drogba golek avêt û Galatasarayê qûpa qezenc kir.
Galatasarayê qûpa ji destê Wezîrê Werzîşê Suat Kiliç û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz hilda.