TRABZON
Di têkoşîna Kupaya Dinyayê ya xortên ji 20 salî piçûktir ya FIFAyê de Iraq û Ûrûguay di nîvefînalê de hatin li hemberî hev. Dema asayiya pêşbirkê 1 - 1 qediya, di demên domdirêjiyê de jî skor neguherî.
Di nîvê ewil a pêşbirkê de Ûrûguayê bi hemle leyîst û gelek pozîsyon ketine dest lê encameke baş pêk nehat û di ser de jî gola ewil Ûrûguayê xwar. Iraq bi piştgirî û numayişa nêzî 4 hezar alîgiran ve di deqeya 34. de gol avêt û li hemberî reqîbê xwe 1 - 0 bi pêş ket.
Di deqeya 78an ya nîva duyemîn ya pêşbirkê de Gîmezê Ûrûguayî serî li gokê xist lê gok ji stûnên qeleyê vegeriya. Iraq ji golekê xelas bû. Lê Ûrûguayê dev ji hemla xwe berneda û di deqeya 87an de gola beramberiyê avêt. Li ser vê golê dema asayiya pêşbirkê bi beramberiyê qediya. Demên domdirêjiyê de jî tu gol nehatin avêtin û ji bo eşkerebûna fînalîst dest bi avêtina penaltiyan kirin.
Ji futbolîstên Iraqê Muhemed Cabbar Shwkan, Ihab, Humam, Ali Adnan, Nohanad û Mehdî penalti avêtin û bûne gol, lê penaltiyên Ali Faez û Saif Salman avêtin nebûn gol.
Ji Ûrûguayê jî Paiz, Avenatti, Bueno, Lopez, Rolan, Gimenez û Silva penalti avêtin û bûn gol. Ji vê tîmê bi tenê Rodriquez penalti avêt lê nebû gol.
Piştî lêdanên penaltiyan Ûrûguayê Iraq 7 û 6 têk bir û di fînalê de bû reqîbê Fransayê.
Maça fînalê ya Kupaya Dinyayê ya xortên ji 20 salî piçûktir ya FIFAyê, roja şemiyê di saet 21.00an de yê bê leyîstin.