Türkan Tosun
24 Adar 2021•Rojanekirin: 25 Adar 2021
UEFAyê ji ber deynên ku qewlê wan derbas bûye wê dest bide ser ji sedî 15ê qezenca ku Beşîktaşê di heyama 2021-22yan da bi dest xistiye.
Di daxuyaniya UEFAyê da hat gotin li gor biryara Saziya Kontrola Fînansî ya Klubê (CFCB) di çarçoveya peymana navbera Beşîktaş û Faîr Play Fînansî (FFP) hat kirin da Beşîktaşê îxlala fînansî kiriye.
Ji ber ku Beşîktaşê deynê xwe yê dema wê di 30yê Îlona 2020î da diqede nedaye, UEFAyê dest bide ser ji sedî 15ê qezenca wê ya ji organîzasyonên di heyama 2021-22yan da bi dest xistiye.
Hat gotin heke Beşîktaş heta 30yê Hezîranê bi belgeyê va nîşan bide ku deynê xwe daye ev ceza wê bê betalkirin.