BATMAN
Li Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê bi pêvajoya çareseriyê ra jiyana civakî jî hêdî hêdî diguhere. Li Batmanê eleqeya keçan a li ser fitbolê zêde dibe.
Bi salan Batman bi xwekuştina keçan dihat bîra her kesî. Niha jî bi pêvajoya çareseriyê ra keç eleqeyê nîşanî fitbolê didin. Nêzî 9 meh ewil bi destê şaredariyê tîma fitbolê ya jinan hat avakirin. Tîma 1955 Batman Belediyesporê di Koma 8an a Lîga 3yemîn da dilîze. Di tîmê da ji 50yî zêder werzişkar hene.
Di serî da malbat li hember derketin ku keçên wan bi fitbolê ra eleqedar bibin. Lê bi hewldanên dîrektora teknîkî Eylem Îpekê û rayedarên qilûbê malbat qane bûn.
Îpekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku divê jin di jiyana civakî da derkevin pêş û wiha got: "Berê Batman bi xwekuştinên jinan dihat bîra merivan, niha jî keçên Batmanê bi fitbolê ra eleqedar dibin."
Ozge Guneya (16) werzişvan destnîşan kir ku em kêfxweş in ku bi fitbolê ra eleqedar dibin û wiha got: "Avakirina tîmê gelekî baş e. Piştî hilbijartina werzişvanan tîm hat avakirin. Wê tîma keçên zarok jî were avakirin."
Nergiz Ozdemirê (17) jî diyar kir ku berê malbatên me li hember derketin û got ku niha jî xweşa wan jî diçe, em ji fitbolê hez dikin.