Di hefteya 24emîn a Lîga Fitbolê ya 1emîn a Spanyayê (La Lîga) de Atletîco Madrîd a ku bi Almeriayê re hat hemberî hev reqîbê xwe 3 û 0 têk bir.
Marîo Mandzûkîc di deqîqeya 13mîn a pêşbirkê de ji penaltiyê gol avêt û tîma xwe 1 û 0 li pêş xist, di deqîqeya 20 û 29an de jî Antoîne Grîezmann gol avêt û Atletîco Madrîd li hemberî Almeriayê 3 û 0 bi ser ket û bû xwediyê 3 pûanan.
Barcelona têk çû
Barcelonaya ku di La Lîgayê de di rêza duyemîn de cih digire piştî 11 hefteyan têk çû. Malagaya ku mêvanê Barcelonayê bû xwediyê malê 1 û 0 têk bir û piştî 11 hefteyan dawî li têk neçûna Barcelonayê anî.
Encama pêşbirkên ku di hefteya 24emîn a La Lîgayê de hatin lîstin wiha ne:
Getafe-Espanyol: 2-1
Barcelona-Malaga: 0-1
Cordoba-Valencîa: 1-2
Atletîco Madrîd-Almerîa:3-0