Welatiyên ku ji bo beşdarî maratonê bibin di danê sibê de li ber Parlementoya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraq a Federalê (HKIF) kom bûn.
Rayedaran li beşdarvanan numare belav kir. Piştî belavkirina numareyan bi teqandina tivingê maratona ku ji sê kategoriyên wek 4, 10 û 42 kîlomêtreyan pêk tê dest pê kir. Bi dirûşêya "Em ji bo Aştiyê Bazdin" maratonê dest pê kir. Ji 40 welatî 5 hezar û 800 kes beşdar bûn.
Di sê pêşbaziyan de jî 10 kesên ku ewilî bigihêjin cihê qedandinê dê bên xelatkirin. Ji bo xelatdayînê jî dê li Parqa Samî Ebdurrehman merasim bê lidarxistin.
Di maratona 2011an de ji 25 welatan 3 hezar sporvan, par jî ji 49 welatan 5 hezar sporvan beşdarî maratonê bûbûn.