Mehmet Demirhan
22 Adar 2023•Rojanekirin: 31 Adar 2023
Midûriya Navçeyê ya Ciwanî û Sporê ya Silopiyê qursa jîmnastîkê vekir.
Midûriya Navçeyê ya Ciwanî û Sporê piştî ku li dibistanan qabiliyet kifş kirin, qurs tên vekirin.
Li navçeyê qursa jîmnastîkê hat vekirin û 20 xwendekar beşdar dibin. Ji bo qursê qeyd dewam dikin û di serî da xwendekarên 7 û 9 salî tên hildan. Xwendekarên 4 û 6 salî jî wê çend hefte şûnda dest bi perwerdeyê bikin.
Midûrê Navçeyê yê Ciwanî û Sporê yê Silopiyê Oner Akdan diyar kir, piştî kifşkirina qabiliyetan wan xwendekarên serkeftî dewetî salonê kir, qursa jîmnastîkê didin wan.
Akdan wiha got, "Li navçeya me cara ewil e ku ev qurs li salona me tê dayîn. Armanca me ew ku em werzişvanan seba tîma neteweyî perwerde bikin."