Fatih Gazioğlu
05 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
MADRÎD
Real Madrîda tîma Spanyayê di pêşbirka Kupaya Qral de bi Numancîaya re hat hemberî hev. Real Madrîdê reqîbê xwe 3-0 têk bir.
Pêşbirk li Stada Los Pajarîtosê hat leyîstin. Real Madrîdê ya ewil di deqîqeya 35emînê Gareth Bale bi penaltiyê avêt. Nîvê ewil 1-0 bi serokatiya Real Madrîdê va qediya.
Real Madrîdê nîvê duyemîn di deqîqeya 89emîn de skor derxist 2yan. Di deqîqeya 90+1emîn de jî Borja Mayarol golek avêt û skor kir 3-0.
Real Madrîdê bi vê skorê pêşbirk qezenc kir.
Pêşbirka duyemîn wê 10ê rêbendanê roja çarşemê wê li Stada Santîago Bernabeuyê bê leyîstin.