Pêşbirka Govendên Herêmê yên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li Ahlata (Xelat) navçeya Bidlîsê dest pê kir.
Federasyona Govendên Gel ên Tirkiyeyê ev pêşbirk li dar xist. Ji 8 bajaran 48 tîm beşdarî pêşbirkê bûn.
Qaymeqam Bulent Tekbiyikoglu axaftina destpeka pêşbirkê kir û got ku qaymeqamtî, şaredarî û Federasyona Govendên Gel ên Tirkiyeyê bi hev re vê pêşbirkê li dar dixin.
Piştî axaftinê di roja ewil a pêşbirkê de tîmên ciwan ên beşdarî pêşbirkê bûn dest bi govendê kirin û hewl dan ku hunera xwe nîşan bidin.
Ji Bidlîs, Hekarî, Wan, Mûş, Enqere, Stenbol, Kocaelî û bajarên din gelek kes beşdarî pêşbirkê bûn. Pêşbirkê roja duşemê dawî bibe.