Haydar Şahin
06 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Kenan Sofuogluyê Parlamenterê AK Partiyê yê Sakaryayê û şampiyonê Dinyayê di çarçoveya projeya "Dil Bide Sporê" da ew ê li xwendingeheke Diyarbekirê perwerdeyê bide xwendekaran.
Sofuoglu ji bo ciwanên eleqeyê nîşanî spora motorê didin keşf bike proje da destpêkirin û di çarçoveya projeyê da Dibistana Navîn a Suleyman Îyîkulê Çawîşê Şehîd a li Baxlarê ziyaret kir.
Sofuoglu li vê derê xwendekar li motorsîkletê siyar kir li hewça xwendingehê motorsîklet ajot û bi xwendekaran ra wêne kişand.
Sofuoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema çû Meclisê projeya "Dil Bide Sporê" da destpêkirin. Sofuoglu got ew ê ji bo vê projeyê li gelek bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt bigere, ji zarokan ra qala sporê bike û spora motorê bi wan bide hezkirin.
Sofuoglu got ku marqeyên sponsor piştgiriyê didin projeê û wiha pê da çû:
"Em bi van ra kupayekê amade bikin, di pêşbaziyê da werzişvanên serkeftî tesbît bikin û wan derxin arenayên dinyayê. Ne bi tenê li Stenbolî Sakarya û Îzmirê em bigihînin hemû zarokên li her aliyên Tirkiyeyê. Wan tesbît bikin û di vî warî da pêş bixin."
Sofuoglu diyar kir ku li Diyarbekirê jî xwendingehek tesbît kirin û bangî zarokan dikin ku werin eleqeyê nîşan bidin.
Kenan Sofuoglu wiha pê da çû: "Dibê em firsendê bidin zarokan ku bigihînin xeyal û armancên xwe. Ji ber ku zarok eleqeyê nîşan didin ez kêfxweş dibim. Ev zarokan ew ê welatê me temsîl bikin. Hêviya min ew e ku werzişvanên sereke ji nav wan derkevin."
Selen Rojîn Osmanogluya zarok a motorsîklet ajot got ji ber ku bi Sofuoglu ra li motorsîkletê siyar bû gelekî kêfxweş bû û wiha axivî: "Di jiyana min da roja herî xweş ev bû. Haya min tunebû ku Sofuogluyê were vê derê, ber destê sibê haya min pê ket û Xwedêkirî hatim vê derê."
Yasî Aydin jî got ku ji ber ku vara ewil e li motorsîkletê siyar dibe zehf kelecanî ye û ji perwerdeyê kêfweş bû.