Trabzonspor di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de di Koma Jyê de bi Legîa Varşovayê re hat hemberî hev û dijberê xwe 2 - 0 têk bir.
Di nîva ewil a pêşbirkê de ji bo serketinê ji her du tîman jî tu gol nehat û nîva ewil 0 - 0 bi beramberî qediya.
Trabzonspor li hemberê dijberê xwe di nîva duyemîn de çêtir leyîst û gola ewil di deqîqeya 71emîn de avêt û skor bû 1 - 0.
Olcan di deqîqeya 79emîn de gola Trabzonsporê ya duyemîn avêt û piştî vê golê ji her du tîman jî tu gol nehat û Trabzonspor 2 - 0 pêşbirkê qezenc kir.