ÎSTANBÛL
Di 11mîn hefteya Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasaray û Fenerbahçe îşev li Kadikoyê dê bên hemberî hev.
Pêşbirk di saet 19.00dan de li qada Şukru Saraçogluyê dê dest pê bike.
Hakem Bulent Yildirimê ku xwediyê kokarta FIFAyê ye jî dê vê derbiyê birêve bibe.
Fenebahçe niha bi 25 pûanan ve serokê Lîga Super a Spor Totoyê ye û Galatasaray jî bi 19 pûanan ve di rêza 4emîn de cih digre.