ANKARA
Serokê Cemiyeta Yeşîlayê ya Tirkiyeyê yê Şaxa Ankarayê Şemsettîn Toprak diyar kir ku li Tirkiyeyê her sal 100 hezar kes ji ber cixarê dimre û wiha got: "Li hemû dinyayê zirardayîna cendek û tenduristiyê sûc e, lê her çend wiha be jî mirov dîsa zirarê didin xwe. Hincetekî vê yê mentiqî jî tuneye."
Toprak daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo mirovan rojeke nû bi xwe re jiyaneke nû û hêviyeke nû tîne. Dibe ku "Roja Cixareterikandinê ya Dinyayê" bibe sedema destpêka jiyaneke nû û bitendurist.