Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr ezayên xwe bexşand û bangî welatiyan kir ku ew jî ezayên xwe bibexşînin.
Koordînatorê Neqla Ezayan ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Diyarbekirê Mansur Înalcan û bijîşkê pispor Vahap Alp çûn şaredariyê li cem Baydemîr. Baydemîr belgeya der barê bexşandina ezayan îmze kir.
Baydemîr diyar kir ku ew bi bexşandina ezayan bûye xwedî xêr û wiha got: "Ez bangî welatiyan dikim ku bila ji bo vê mijarê hesas bin."
Li ser vê belgeyeke ku li ser "Piştî mirinê ji bo kesekî din bijî ez dixwazim ku bibim aîlkar" nivîsî dan Baydemîr û rozetek pê de kirin.