SÎÎRT
Dr. Hamza Çinarê ku Hadiye Mendeş ameliyat kir, anî ziman ku Hadiye Mendeş ji ber nexweşiya gûatirê hat nexweşxaneyê û ji tîroîda vê kîsta 5 santîmetreyî derxistin.
Bijîşk Çinar da zanîn ku, ameliyat bi awayekî serkeftî hat kirin û di ancamê de tu zirar negihişt nexwêş.
Çinar wiha got: "Me di nexweşxaneya xwe de cara ewil ev ameliyat kir. Bêhna nexweşê diçikiya û ji ber astengiyên aborî nikaribû biçe nexweşxaneyên bajarên derdorê jî. Me piştî tehlîlan nexweş li vir ameliyat kir û ji tîroîda wê kîtleyek 5 santîm derxist. Nexweşê me baş bû û me ew tabûrcî kir. Nexweşên gûatrê edî dikarin serî li nexweşxaneya me bidin. Armanca me ev e ku li herêmê bihevre bixebitin û ji gelê herêmê re xizmet bikin."
Serbijîşk Fîkret Can jî ragihand ku, ameliyatên wiha heta niha li herêmê nedihatin kirin, lê niha bi pisporên nû û ekîbên baş ew ameliyat tên kirin.