ENQERE
Ji meha pîroz Remezanê re du roj man. Paşîva ewil a salê jî sibê ye. Wezareta Tendûrestiyê jî ji bo ku welatî di vê mehê de aciz nebin, ew hişyar kirin ku hay ji xwarin û vexwarina xwe hebin.
Serokê Lijneya Tendurustiya Gel a Tirkiyeyê Turan Buzgan li ser navê Wezaretê daxuyanî da û got: "Îsal ji ber ku meha remezanê di rojên germ de ye, divê mirov di fitar û paşîvê de zêdetir baldar be. Di vê demê de germahiya laşê mirov zêde dibe, bedena mirov ji bo ku xwe hênik bike xwêdan dide û ji ber vê jî ava laş kêm dibe. Ev jî dibe sedema dillihevketinê, jixweçûnê û serêşiyê. Divê ji bo ku rê li ber van bê girtin rojê herî kêm 2-3 lître av bê vexwarin. Vexwarina soda û ava fêkiyan jî, wê ji bo laşê mirov gelek baş be. Ji ber ku roj gelek dirêj in, divê welatî rabine paşîvê."
Ji bo kesên ku zû birçî dibin jî pêşniyariya xwarina nîsk, savar û birinc hat kirin. Lewra kesên ku van xwarinan bixwin, zû bi zû birçî nabin.
Pêşniyariya xwarinên ku divê di paşîvê de bên xwarin jî ev in: "Mast, şîr, penêr, sewze, fêkî, xwarinên ku di nav de kêm rûn û xwê hene."