10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
BITLÎS
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîsê wê cara yekê "zayîna bêêş" bê ceribandin.
Serhekîmê Nexweşxaneyê û Pisporê Zayînê Adnan Budak di daxuyaniya xwe da got ku wê cara yekê "zayîna bêêş" bê kirin.
Budak anî ziman ku di zayîna bêêş da wê ji sedî 40 êş kêm bibe û wiha domand, "Ji bo zêdekirina kêfxweşiya dayikên ducanî me biryar da zayîna bêêş bikin. Me dest bi qebûla zayîna bêêş kir. Nexweşên ku razî bin emê zayîna bêêş wan bidin welidandin."
Hekîmê Pispor her wiha got, "Di pêvajoya zayîna bêêş da wê Pisporê Zayînê, Pisporê Anesteziyê û teknîsyenên me amade bin. Piştî ku ji di zayînê da derbasî faza aktîf bibe, emê vê zayînê bidin kirin. Li nexweşaxaneyên taybet, maliyeteke biha ya zayîna bêêş heye. Lê li nexweşxaneya me wê bê yî ku tu maliyeteke wê hebe wê bê kirin."