Türkan Tosun
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Margaret Harrîs daxuyand 8-9 aşiyên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên ceribandin ji bo asta 3yemîn a ceribandinê hê tên ceribandin û wiha dewam kir: "Em bendê ne ku encamên ceribandinên wiha mezin heta dawiya salê bên. Dema em zeman dinihêrin em bendê ne heta nava 2021an ewê bigîhîje welatan."
Li tevahiya dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihîşt 36 milyonî, ji ber vîrusê jî milyonek û 54 hezar kes mirin.
Dîrektorê Giştî yê RTDyê Tedros Adhanom Ghebreyesus hişyariyê dide "hejmara miriyan ya ku tê zanîn zêdetir e."
Dîrektorê Bernameya Rewşên Acil a RTDyê Mîke Ryan di 5ê cotmehê da daxuyand û got "Li gor texmînên herî baş ên RTDyê herî kêm ji sedî 10ê nifûsa dinyayê yanê 780 milyon kes bi Kovîd-19ê ketin."
Li welatên şewb lê pir zêde ne tişta herî zêde tê meraqkirin aşiya Kovîd-19 wê kingê bê çêkirin.
Heta dawiya 2021î 2 milyar doz aşî wê bê belavkirin.
Bi destê Bernameya Xwegihandinê ya Aşiyên Kurewî yên Kovîd-19 (COVAX) heta dawiya 2021î 2 milyar doz aşî wê bê belavkirin.
Armanca bernameyê li hemû welatan wekhev û di heman demê da aşiyên Kovîd-19 bên belavkirin, welatên dewlemend jî piştgiriyê bidin welatên pêşvaneçûyî.
Heta niha 168 welat beşdarî COVAXê bûn, bi 25 heban ra jî hevdîtin dewam dikin.
Ji ber ku Amerîka, Rûsya û Çîn beşdarî vê bernameyê nabin û di xebatên aşiyê da pir serkeftî ne heke aşiya Kovîd-19ê çêkin dibe ku bi welatên din va neyên parvekirin.