05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
ANKARA
Hat tespîtkirin ku, takviyekirina vîtamîna Dyê, ji bo nexweşiyên dil derman e.
Li gor nûçeya BBCyê, lêkolîna ku encamên wê di civîna "Amerîcan College of Cardîology"ê da hatin parvekirin da wiha hat gotin, bi takviyekirina vîtamîna Dyê va, dil xwînê baştir pompeyê bedenê dike.
Di çarçoveya lêkolînê da, hin nexweşên dil kirin 2 kom, salekî her roj 100 mîkrogram vîtamîna Dyê dan komeke ku ji 163 nexweşên dil pêk tê û plasebo dan koma nexweşan a din. Hat diyarkirin ku emrê nexweşên ku di ceribandinê da cih girtin derdora 70yî ye û wekî ku tê zanîn di gelek kesên ku temenê wan nêzî 70yî ye da, vîtamîna Dyê kêm e.
Dilê mirovekî saxlem di her gupînê da ji sedî 60-70yî xwînê pompe dike, lê dilê newxweşên dil, ji çaran yekê xwînê pompe dike. Hat dîtin rêjeya xwîna ku ji dilê nexweşên ku vîtamîna Dyê distînin tê pompekirin ji sedî 24-34 zêdetir e.
Di encama lêkolînê da hat dîtin ku dilê nexweşên dil ên ku vîtamîna Dyê distînin piçûk dibe, dilê wan baştir xwînê pompe dike.
Ekîba Leeds Teachîng Hospîtalsê destnîşan kir ku encamên ceribandinê "balkêş" in.