Elif Irmak
18 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 918 kesan, 17 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 218 hezar û 717, jimara miriyan derket 5 hezar û 475an.
Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 40 hezar û 943 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 918 kesan. Di 24 saetên dawîn da 17 nexweşan wefat kir, 1179 kes baş bûn.
Jimara testan bi tevahî bû 4 milyon û 232 hezar û 67an, jimara waqieyan derket 218 hezar û 717an, jimara wefatan jî bû 5 hezar û 475.
Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1231, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 394, jimara nexweşên başbûyî jî 201 hezar û 13 ye.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê ya der barê daneyên dawîn da got ku "Li gor roja herî dawîn a ku ji ser 1000î ra bû jimara waqiyên me yên nû îro 90 kêm bû. Di 3 rojên dawîn da herî zêde waqie li Stenbol, Enqere, Gazîentab, Konya û Diyarbekirê; waqieyên herî kêm jî li Artvîn, Tuncelî, Bayburt, Kirklareli, Bartinê hat dîtin."