Haydar Şahin
21 Tebax 2020•Rojanekirin: 22 Tebax 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 112 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 20 hezar û 376an.
Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da televizyona dewletê ya Îranê û diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 112 kes mirin û tesbît kirin ku 2 hezar û 206 kesên din jî bi vîrusê ketin.
Lariyê destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 20 hezar û 376an, ya pêketiyan jî derkete 354 hezar û 746 kesan.
Lariyê got ku 3 hezar û 794 pêketî li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin, hetanî niha 305 hezar û 866 kes piştî dermankirinê pak bûn.
Lariya Berdevk got ku li welêt hetanî niha 2 milyon û 987 hezar û 117 test hatin kirin.
Li Îranê di 19ê sibatê da nexweşê ewil li Qumê hatibû tesbîtkirin.