03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
MERSÎN
Sê gumanbarê ku di çarçoveya doza der barê kuştina Ozgecan Aslana xwendekara Zanîngehê li Tarsûsa navçeya Mêrsînê da dihatin darizandin, bi cezayê hebsa hetahetayî ya girankirî hatin cezakirin.
Di çarçoveya doza der barê kuştina Ozgecan Aslana xwendekara Zanîngehê li Mêrsînê, gumanbarên bi navê Ahmet Suphi Altindoken, bavê wî Necmettin Altindoken û hevalê wî Fatih Gokçe bi cezayê hebsa hetahetayî ya girankirî hatin cezakirin.
Di rûniştina 3yemîn ya doza ku di Dadgeha cezayê Girana Yekemîn ya Tarsûsê dihat dîtin, ji bo gumanbarên girtî yên bi navê Ahmet Suphi Altindoken, bavê wî Necmettin Altindoken û hevalê wî Fatih Gokçe biryar hat dayîn.
Lijneya Dadê piştî guhdariya parêzerên herdu aliyan, biryara cezayê hebsa hetahetayî ya girankirî li gumanbaran birî û hîç lê lêşikanek ji wî cezayî nekir.