Türkan Tosun
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2020
KAHRAMANMARAŞ (AA) -Li Kahramanmaraşê gule berdan ekîba polêsên a li ser îxbarê diçû otêlekê ku şikbarekî cinayetê binçav bike, jê yek giran du polês birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, li ser agahiya ku berşik M.K (22) yê ji ber cinayetê lê digerin, li taxa Îsmetpaşayê li ser Kolana Mîllî Egemenlikê di otêlekê da dimîne.
Li ser vê ekîba polêsan a Amirtiya Buroya Cinayetê ya girêdayî Midûriya Şaxa Asayîşê ya Midûriya Ewlehiyê çû otêlê. Dema polês derketin qata 3yemîn a otelê li ser pêlekanan gule barandin ser polêsan.
Di êrîşê da jê yek giran du polês birîndar bûn, şikbar jî ji otelê reviya.
Gelek ekîbên polêsan û ambulans sewqî ciyê bûyerê kirin.
Polêsên tevgera taybet jî di otelê da operasyon kirin.
Midûrê Ewlekariya Kahramanmaraşê Salim Cebeloglu jî hat ciyê bûyerê û agahî sitand.
Ji bo şikbar bê girtin li bajêr xebat dewam dikin, devê bajêr kesên tên û derdikevin tên kontrolkirin.
- Reva şikbar di kameraya ewlehiyê da xuya dike
Di vê navberê da piştî bûyerê dema ku şikbar direve dîmenên wî di kameraya ewlehiyê da xuya dike.
Di dîmenan da tê dîtin ku şikbar ji otelê direve û dikeve nav qerebalixa bajêr û winda dibe.