Elif Irmak
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2020
Di êrîşa terorîstên hewl didan ku bi dizika bikevin herêma Herekata Çiqlê Zeytûnê da eskerek şehîd ket, 6 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat diyarkirin ku hêmanên Artêşa Tirkiyeyê teşebûsa PKK/YPGya rêxistina terorê ya li herêma Çiqlê Zeytûnê ferq kirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di pevçûna ku bi terorîstan ra derket da eskerek şehîd ket û ev agahî hatin dayîn:
"Di pevçûna ku piştî teşebûsa bi dizika ketinê ya PKK/YPGya rêxistina terorê derket da eskerekî me yê qehreman şehî ketiye. Îstiqametên revê û êrîşê yên muhtemel ên terorîstan bi wasiteyên guleberdanê demildest hatin gulebarankirin û 6 terorîst hatin berterefkirin. Bi hêmanên piştgiriyê û ÎHA/SÎHAyên ku sewqî herêmê kirin va operasyon dewam dikin. Xwedê rehma xwe li şehîdê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da wefat kir bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be, em ji bo wan sebrê dixwazin."