Fecri Barlık
05 Hezîran 2022•Rojanekirin: 07 Hezîran 2022
Li Baykana navçeya Sêrtê minîbusek welgeriya şerampolê, 4 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa şofêrê wê Mehmet Gokturk û plaqeya wê 04 AP 002 ye li taxa gundê Karakayayê ya li ser bajaroka Veyselkaraniyê welgeriya şerampolê.
Li ser cabdayînê ekîbên Tenduristiya Acil a 112yê, AFAD û agirkujê hatin cihê qezayê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Di qezayê da Aslan Gokturk, Okkeş Îlhan, Osman Yardimci û Hayrettin Karataş mirin, şofêr Gokturrk û Ferman Gokturk, Yunus Beycur, Ahmet Mutlu, Erdal Kocakaplan û Saît Uçar jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Ahmet Mutluyê di qezayê da birîndar bû ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku ew di înşaetê da bixebitin çûbûn Iraqê û ew vedigeriyan Agiriyê ku di rê da qeza çêbû.
Mutlu got di dema qezayê da ew radiza û ji ber vê nizane qeza çawa çêbû.