Nihat Kavşut
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Wer xuya dike ku rejima Sûriyeyê 7ê nîsanê li Dûmayê êrîşa kîmyayî kir û nedibû ku bê bersiv bimîne."
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê der heqê operasyona ku Amerîka, Îngilistan û Fransayê dijî rejima Sûriyeyê kirin da daxuyaniya nivîskî belav kir.
Berdevkê Serokomariyê Kalin der barê operasyona dijî Sûriyeyê da wiha got: "Wer xuya dike ku rejima Sûriyeyê 7ê nîsanê li Dûmayê êrîşa kîmyayî kir û nedibû ku bê bersiv bimîne."
Îbrahîm Kalin di daxuyaniya xwe da bangî civaka navneteweyî kir û wiha got: "Em bangî civaka navneteweyî dikin ku ji bona pêşîlibergirtina êrîşên kîmyayî ku îhtimal heye di pêşerojê da pêk bên bibin yek."
Kalin bal kişand ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê û wiha got: "Ji bona rêlibergitina qetlîamên bi çekên konvansiyonel û kîmyayî divê demildest li Sûriyeyê çareseriya siyasî çêbe."