ANKARA
Lijneya Nirxandina Payebilind a Midûriyeta Gişkî ya Ewlekariyê (YDK) biryara xwe ya der barê sewq û teqawidkirina teşkîlata ewlekariyê de eşkere kir.
YDK di serokatiya Midûrê Gişkî yê Ewlekariyê Celatttîn Lekesîz da civiya û di encama nirxandinê da biryar hat dayîn û 13ê wan ji sinifa 1ê, 16ê wan ji sinifa 2yan, 49ê wan ji sinifa 3yan, 40 wan ji sinifa 40î bi tevahî 118 midûrên ewlekariyê û 148 amirên ewlekariyê hatin teqawidkirin.
Wek mayîn 444 midûrên ewlekariyê yên ji sinifa 3yan terfiyê sinifa 2yan, 419 midûrên ewlekariyê yên ji sinifa 4an terfiyê sinifa 3yan, 306 amirên ewlekariyê jî terfiyê sinifa 4an kirin.
Biryar bi destê Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk hat tesdîqkirin.
Xebatkarên ewlekariyê dikarin bi şîfreya xwe va li ser malpera PolNetê agahiyên der barê terfî û teqadbûnê de hîn bibin.